The Hill: Kurdistan cîhekî aram e, divê Amerîka li wir pêgeha xwe ya serbazî bihêz bike
PeyamaKurd - Rojnameya The Hill ya Amerîkî bal kişandiye ser rola Amerîka ya li Iraq û Herêma Kurdistanê û du rêbaz daniye; Amerîka divê li gel kêmkirina hêzên xwe yên li Iraqê, hebûna serbazên xwe yên li Herêma Kurdistanê bihêz bike.
Bi raporekê Rojnameya The Hill diyar kiriye: ‘‘Herêma Kurdistanê cîhekî aram e û daxwaz ji Amerîkayê dike ku piştî kêmkirina serbazên xwe yên li Iraqê, pêgeha xwe ya serbazî ya li Herêma Kurdistanê bihêz bike.
Seth J. Frantzman şîrovekar û nivîskarê pirtûka “Şerê Dronan” ku biryar e sala were bê belavkirin da zanîn: ‘‘Rola Amerîka ya piştî kêmkirina hejmara serbaz û binkeyên li Iraqê du rê daye û cîgîrkirina hêzên xwe li Herêma Kurdistanê, ku dostê Amerîka ne, ji bo hêzên Amerîkî cîhekî aram e û piştrastiyê jî dide selametiya serbazên me.’’
Frantzman destnîşan dike û bale dikşîne, piştî guherîna Fermandeyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û zêdebûna êrîşên mîlîşiyayên ser bi Îranê li ser Amerîka û hevpeymanan li Iraqê, Amerîka heşt binkeyên serbazî radestî Iraqê kir û tenê li sê binkeyan maye, ku yek ji wan li Herêma Kurdistane ye.
Herwiha Frantzman dibêje: ‘‘Amerîka nikarê bi rêya dronê bi tevahî şerê li dijî DAIŞê bike, ji ber ku pêwîst e rahênanê bi Pêşmerge û hêzên Iraqiyan bike, ku berdewam bin.’’