Kurdistan
Tirkiye | Li Enqerê du tren li hev qelibîn: Hejmara miriyan zêde bû...
PeyamaKurd – Trêna bilez a rêwiyan ku ji bajarê Konya yê Tirkiyê diçû Enqerê, îro demijmêr li dor 07.00ê sibehê li treneke din nav bajêr qelibî. Di herdu trenan de ziyaneke mezin çêbû.
Gelek tîmên hawarçûnê û ambulans çûn cihê bûyerê.
Parêzgarê Enqerê Vasîp Şahîn li cihê bûyerê ragihand, li gor amarên destpêkê 4 rêwiyan can daye û 44 kes jî birîndar bûne.
Şahîn hêvî kir ku hejmara miriyan zêde nebe. Xebatên rizgarkirina birîndaran berdewam dikin.
HEJMARA MIRIYAN ZÊDE BÛ
Wezareta Gihandinê ya Tirkiyê ragihand ku hejmara miriyan bûye 9 kes û hat diyarkirin, serdozgeriya Enqerê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Hat zanîn ku 3 kesên jiyana xwe ji dest dane makinîstên trenê ne.