TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Navxwe hêzên deriyê sînor durist dike

Admin M
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2021 03:04

PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand; bi hevkariya wezareta Pêşmerge hêzêkî bo nehiştina karên qaçax bo deriyên ser sînoran durist dike. Daxwuyaniya wezareta karên navxwe wehaye:

“ Îro roja duşemê 11.01.2021ê her dû birêz Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe , li bajarê Hewlêrê civînek çêkirin ji bo guftugokirina di derbarê çawaniya cîbicîkirina biryara encûmena wezîran a Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna hêzêke taybet bo nehiştina karên qaçax li xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê. Di civînê de herdû alî li ser mekanîzma pêkanîna wê hêzê û dabeşkirina erkên wan lihev kirin û biryarê dan, di demeke nêzîk de dest bi pêngavên duristkirina wê hêzê bikin.”

Parve bike: