TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Perwerdê ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 02 tebax 2021 13:29

PeyamaKurd -  Wezareta Perwerdê ya Kurdistanê, bi daxuyaniyekê daxwaz ji mamosta û karmendên wezaretê kir, da ku derziya Koronayê li xwe bidin.

Wezareta Perwerdê ya Kurdistanê, bang li mamosta û karmendên perwerdê kir, ji bo lêdana derziya Koronayê lezê bikin da ku sala nû ya xwendin û perwerdê bi rengekî normal destpê bikin.

Wezaretê herwiha daxwaz kiriye, mamosta ji bo lêdana derziyê navê xwe tomar bikin û rojên Sêşemê li navendên lêdana derzî amade bin û derzî li xwe bidin.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdê, heta niha 4262 mamosta û karmendên perwerdê derziya Koronayê li xwe dane.

Parve bike: