Kurdistan
Zêbarî: Arîseyên nava YNK ê nehistin ku tevlî dengdanê bibin
PeyamaKurd- Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî dibêje ku sedema YNK tevlî dengdana serokkomariya Kurdistanê nebû, ji arîşeyên navbera wan e û haya PDK ê jê nebû ku dê YNK tevlî dengdanê nebe. Hoşyar Zêbarî bo VOA yê weha ragihand:
“ Me bi YNK ê re lihev kiribû ku tevlî dengdanê bibin. Lê YNK ne ji ber pirsgirêkên bi me re, ji ber pirsgirêkên navxweyî tevlî dengdanê nebûye. Em ji meha 11 ê ya sala 2018an heya niha li benda wan in. Me gelek caran civîn çêkirin û me got berya hemû tiştî divê hukumeta Kurdistanê ava bibe. Piştî avabûna hukumetê em dikarin li ser mijara Kerkûkê û yên din biaxifin.”
Zêbarî di dewama axaftina xwe ragihand ku bo avakirina hukumeta Kurdistanê wê li benda YNKê nemînin.