TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Çend taybetmendiyên fêkiya gilyazê

Admin M
Nivîskar
📅 09 sibat 2021 04:17

PeyamaKurd – Tib a berê ya di nava hekîmên berê de belaveye ku îro gelek doktorên dinyayê bi taybetî doktorên rojhilat weka tiba alîkar wê bikartînin, di gelek mijaran de rohniyê dixin ser xwarinan. Di nava wan xwarina de yek jê meywe ya gilyazê ye û fêda wê gelek berz qebûl dikin. Hekîmên berê behsa hinek fêdeyên gilyazê weha dikin:

-Gilyaz dikare ber li seretanê bigre bi sedema antîoksîdane.

-Bo çerm gelek fêda wê heye ji ber di navê de vîtamîna C û A yê heye. Dikare çermên mirovî ji tîrêjên rojê biparêze ji ber ku di tîrêjên rojê de ûltraviyol heye û dibe sedema seretana çermî.

-Gilyaz bo hezma mîde û rodiyan gelek başe.

-Eger di bedena mirov de werm an îltîhab hebe bo ji bedenê derbixin dibe alîkar.

-Eger di gurçikan (gulcîzk) de kevir hebe bo helandin û avêtina keviran bo derve gelek başe.

Parve bike: