Dehkan: “Em bi Amerîka re muzakereyan nakin”

Dehkan: “Em bi Amerîka re muzakereyan nakin”

PeyamaKurd- Berdevkê leşkerî yê serokê ayînî yê Îranê yê Ayetullah Alî Hamaney, Huseyin Dehkan got ku ew di şertan de bi Amerîkayê re muzakeryan nakin û eger şerekî çêbibe dê li baregehên Amerîkayê yên leşkerî li yên di herêmê de bidin. Berdevkê Hamaney ku berê wezîrê parastinê bû, Dehkan ragihandina xwe di televîzyona El Cezire de kir û bersiva pirsan da. Dehkan bo Buhira Hurmizê weha got:

“Eger di statuya Hurmizê de guherandinekî çêbibe, dibe tiştên talûke çêbibin. Ya wê herkes ji ewlekariya Buhira Hurmizê fêde bibîne û petrola xwe bifroşe an bila ti kes nefroşe. Formula Îranê ev e.”

Dehkan got ku di ti şertan de bi rêvebiriya Amerîkayê ya îro re, muzakereyan nakin û weha dewam kir:

“ Di bin ti şert û mercan de em bi rêvebiriya Trump re muzakereyan nakin. Tehdîdên şer tev xap in. Eger Washington biryara şer bide, wê baregehên leşkerî yên di herêmê de tev bibin hedef.”

Dehkan got ku rêvebiriya Emaratan bo ewlekariya Îranê ya netewî bûye tehdîd û bûye navenda Amerîkayê ku dixwaze derbê li ewlekariya Îranê bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin