Sitilides: ‘Trump dê Tirkiyê ceza bike!’

Sitilides: ‘Trump dê Tirkiyê ceza bike!’

PeyamaKurd – Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sitilides derbarê ragêşiya di navbera Washginton û Enqerê de, qeyrana S-400î, rewşa F35an û dorpêçên aborî de pirsên VOAyê bersivandin.

Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sitilides, “Trump bi awayekî ji xwe bawer axivî, dê Tirkiyê ceza bike! Tirkiye nikarê vê rewşê ragire. Dê neçar bimîne biçe IMF.”

Sitilides, “Wisa diyar e Amerîka û Tirkiye, hetta Tirkiye û Tifaqa NATOyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ji hev dûr ketine. Dema em ji aliyê peywendiyên dualî ve li mijarê dinerin, em dibînin ku armancan Amerîka û Tirkiyê her diçe ji hev dûr dibin. Bi taybetî li rojhilatê Deryaya Spî û li Rojhilata Navîn armancên cuda cuda hene.”

Şêwirmendî herweha got, “Tu dikrê min tune bê wê Serokomarê Tirkiyê Erdogan çi bike. Ez bawer im kes jî texmîn nake.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin