Pencewînî: Pêwiste Nêçîrvan Barzanî ji bo pêşxistina pêvajoyê seredana Tirkiyê bike

Pencewînî: Pêwiste Nêçîrvan Barzanî ji bo pêşxistina pêvajoyê seredana Tirkiyê bike

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Muhammed Emin Pencewînî ragihand ku li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê nameşe û bang kir ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo geşepêdana pêvajoyê seredana Tirkiyê bike.

Pencewînî ragihandina xwe di bernama zindî ya Rûdawê de kir û got:

“Pêvajo xitimiye û li ciyekî rawestiya. Ji bo çareseriya PKKê û hêzên çekdar çareser bibin, diviya Tirkiye qanûna derxista. Lê heya niha Tirkiye gav navêtiye.” Pencewînî got ku PKK şer daye rawestandin û weha dewam kir:

“PKK biryarê da ku bi Tirkiyê re şer neke û çekan bikar neyne. Ev biyar ji bo ji Tirkiyê re bêje ew sîlihan naxwazin û baweriyê bide Tirkiyê. Lê Tirkiye heya niha gav navêtiye.”

Pencewînî rapora ku birine meclisa Tirkiyê jî rexne kir û got rapora ji aliyê serokê meclisa Tirkiyê de hat xwendin, têkiliya wê bi efûya giştî, serbest berdana Öcalan û mesela PKKê re nîne. Li ser navê çareseriyê yek gotinekî tê de nîne.

Pencewînî got ku dema em li pêşdeçûnan dinêrin, di rewşa heyî de pêşdeçûn nabin û li gor wî; weka Tirkiye ji pevajoyê û bangên çareseriyê poşman bûbe.

Pencewînî ragihand ku têkiliyên serok Nêçîrvan Barzanî bi Tirkiyê re başin û xwest li bi Ankara re bikeve nav têkiliyan. Pencewînî got:

“Rêzdar serokê Herêma Kurdistanê, rewşa wî ya navdewletî û têkiliyên wî bi Tirkiyê re başin û dikare bi taybetî serdana Tirkiyê bike û bi rêzdar Erdoğan û rayedarên Tirkiyê re hevdîtin bike. Dikare geşedanê bide pêvajoyê. Daxwaza min ev e.”