PeyamaKurd - Rojnameya New York Times (NYT) a Amerîkî ragihand ku vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bo 4 mehan hatiye paşxistin.
Rojnameyê da zanîn ku biryara paşxistina vekişînê piştî hevdîtina Trump a dema serdana surprîz a Iraqê ku bi Fermandarê Operasyonên Hevbeş Faul LaCamera re kiriye hatiye wergirtin.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku Trump ji bo fermandar karibin plana xwe ya vekişînê bicî bînin, çend meh dem daye wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin