PeyamaKurd - Li Diyarbekirê 15 endamên HDPê bi sedema ku beşdarî kampanyaya îmzeyan ya li dijî qeyûman bûne hatin binçavkirin.
Partiya Demokratîka Gelan (HDP), ji bo şermezarkirina dûrxistina şarederan û danîna qeyuman, li gelek deveran dest bi çalakiya komkirina îmzeyan kiribû.
Hat ragihandin ku parêzgariya Batmanê rê nade îmze bên komkirin û li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Diyarbekirê jî, 15 endamên HDPê ji ber komkirina îmzeyan hatin binçavkirin.
Hat zanîn 15 endamên HDPê yên hatine binçavkirin, niha li avahiya asayîşê tên girtin û lêpirsîn li ser wan berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin