PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de îro ragihand ku sêvên hilberîna wan li Berwarî Bala tê kirin îxracê derve kirine. Barzanî berê gotibû ku wê di îxracata wan de destekê bidin hilberînerên Berwarî Bala û soza xwe bicîh aniye.
Mesrûr Barzanî ragihand ku sêvan îxracî welatên Kendavê û Qatarê kirine. Kabîna Herêma Kurdistanê ya 9em di dewama bazarkirina berhemên cotyarên Kurdistanê de, soza destekê dabû wan û di îxracata berhemên weka hinar, hingiv, kartol û gelek berhemên din de destekê bide cotyaran.
Wezîrê çandiniyê û çavkaniyên avê di 20 ê mehê de di civîna çapemeniyê de gotibû ku dest bi îxracata sêvan ji bo Qatarê kirine û weha gotibû:
“Wê pêvajoya îxracatê dewam bike. Kalîta berhemên Herêma Kurdistanê gelek bilind e.”
Îxracata gelek berhemên çandiniye yên Herêma Kurdistanê hêjayê şandina bazara dinyayê ne ji ber berhem gelek başin û kalîta wan zêde ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin