Çînê maske û testên bi vîrus firotin dinyayê...

Çînê maske û testên bi vîrus firotin dinyayê...

PeyamaKurd – Welatê Çînê ku vîrusa koronaya nû Covid-19 ji wir belavî dinyayê bû ku heta niha bêhtirî 1 milyon û 300 hezar pê ketine û zêdetirî 70 hezar kes jî pê mirine, alavên sexte ku şopên vîrusê li ser wan hene difiroşe welatên dinyayê.

Hefteyên borî di kîtên testên Covid-19 de, gelek welatên wekî Îspanya û Holandayê gazin kirin ku naxebitin û testên şaş didin.

Li Brîtanya jî li ser testên ji Çînê hatibûn vîrus peyde bû. Herî dawî li ser 800 hezar maskeyên ji Çînê bo Avustralyayê hatibûn şandin, vîrusa korona hat dîtin ku rêveberiya Avustralyayê dest danî ser wan.

Welatên cîhanê ku vîrus li wan belav dibe, Çînê bi veşartina agahiyên derbarê nexweşîna Covid-19 de tohmetbar dikin. Herwiha piştî derketina vîrusê li ser alavên ji Çînê tên, şik û gumanên li ser zêdetir bûn ku herî dawî Îranê jî Çîn bi negotina metirsiya vîrusa koronayê tawanbar kir.

Li aliyê din medya cîhanê îdia dike ku Çînê herî kêm 40 hezar miriyên xwe yên ji vîrusa koronayê ji dinyayê veşartine û nehiştiye ku welatên cîhanê ji mezinbûna metirsî û xeteriya vîrusa koronayê agahdariyên rast werbigirin û tedbîran bistînin.

Vîrusa koronayê hem aborî hem jî saziyên tenduristiya welatên cîhanê serobinî hev kiriye ku rojên pêş bendewariya krîzên kûr tê kirin ku Çîn ji niha ve li pey berjewendiyên aborî ye ku bi van hewlên xwe lîstikeke mezin dike. 

Li gorî gelek şarezayan ev hewlên Çînê demkî ne û dê piştî bidawîbûna krîza vîrusê bedelên mezin bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin