PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, ji Girtîgeha Edirneyê li ser encamên hilbijartinên şaredariyan ên Tirkîyê û rojevê nivîsek ji Rojnameya The Washington Postê re nivîsand.
'ERDOGAN STENBOLA KU KARIYERA WÎ PÊ DEST PÊ KIRIBÛ JI DEST DA'
Demirtaş di nivîsa xwe de encamên hilbijartinê bi taybet li bajarên mezin ên Tirkiyê wekî binketineke mezin bo partiya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan AKPê nirxand û wiha got:
"Hilbijartinên 31ê Adara 2019an ên herêmî gelek peyaman vedihewîne, di serî de jî ji bo revebirîya Erdogan û elîtên wê revebirîyê. Erdogan mafdar bû ku hilbijartin wekî referandûmê nirxand û di encamê de binketineke ku pê piçûk bikeve jiya. Partiya wî Stenbola ku karîyera wî pê destpê kiriye jî di nav de, kontrola şaredariyên 5 bajarên herî girîng ên welat ji dest da."
'AKP JI NIRX Û EHLAQÊ ÎSLAMÊ DÛR KETIYE'
Demirtaş dibêje, Erdogan û partiya wî di salên vê dawiyê de ne tenê ji aliyê demokrasiyê ve, herwiha ji nirx û ehlaqê îslamî jî dûr ketiye. Serokomar guhê xwe girtiye ji gendelî, bêdadî û tîraniya ku rexneyên wê li partiya wî têne kirin re. Niha ji ber pozbilindiya xwe rûbirûyî fatoreyeke giran a siyasî ye.”
'TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN HDPÊ HÊZA XWE NÎŞAN DA'
Demirtaş di nivîsa xwe de balê dikişîne ser, hepskirina xwe û endam û rêveberên din ên HDPê û dibêje, dîsa partiya wî di hilbijartinê de hêza xwe nîşan daye:
“Tevî hemû astengiyan jî HDPê serkeftineke berçav di hilbijartinê de wergirtiye. Ev serkeftin nîşaneya wê yekê ye, HDP û gelek Kurd serê xwe li ber asteng û fişarên dewletê natewînin. HDPiyan careke din nîşan da ku ew di xwestina jiyaneke azad, wekhevî, demokratîk û aştiyane ya Tirkiyê de, bi biryar in.”
'PKK JI XEYNÎ OCALAN KESÎ MUXATAB NAGIRE'
Selahattîn Demirtaş herwiha di gotara xwe de behsa grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû:
“Baş tê zanîn ku bandora Ocalan li ser Kurdên Tirkiye û Sûriyê heye. Herwiha tê zanîn ku heger hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, PKK ji xeynî Ocalan muxatabiya ti kesekî din qebûl nake. Bêyî beşdariya Ocalan ti pêvajoyeke aştiyê bi ser nakeve. Erdogan bi xwe jî bi wê hincetê çend sal berê aştiya bi PKKê re bi hevdîtinên Ocalan re nirxandibû. Beşeke mezin a gelê Kurd Ocalan wekî muxatabê jêneger dibîne.”
Demirtaş di dawiyê de jî bang li civaka navdewletî kir ku Tirkiyê teşwîqî rêya aştî û demokrasiyê bikin daku gelên Tirkiyê bikarin tevî hemû cudahiyên xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin