Ji Erdogan daxuyaniya berdana Demirtas
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî ku Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara binpêkirinê û bilez berdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş cara sêyemîn piştrast kir, daxuyanî da.
Erdogan îro 5ê Mijdarê piştî axaftina koma AK Partiyê bersiva pirsa rojnamevan a derbarê îhtimala berdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş da.
Erdogan got, "Dadwerî di vê mijarê de çi bibêje em dê li gorî wê tevbigerin."
Hêjayî gotinê ye, doh jî Serokê MHPê Devlet Bahçelî gotibû, piştî biryara DMMEyê wê serbest berdana Demirtaş ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî îro ragihand ku biryara derbarê Demirtaş de teqez bûye û dê dadgeha herêmê ya Enqereyê biryarê li ser bide.
Tê çaverêkirin Demirtaş piştî 9 salên girtîgihê ji Doza Kobaniyê di demeke kurt de ji Girtîgeha Edirneyê were berdan.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.