PeyamaKurd – Piştî civîna şanda Tirkiyê û Rûsyayê li Moskowê, hat ragihandin ku dê hevkariya her du welatan û Îranê, ji ji bo Sûriyê berdewam bike. Wezîrê rûsî Lavrov da xuyakirin ku wan li ser kordînasyona yekîneyên Rûsya-Tirkiye yên li Sûriyê li hev kiriye. Çavuşoglu jî diyar kir ku îradeya wan hevbeş ji bo paqijkirina rêxistinên terorîst ji Sûriyê heye.
Îro 29ê Kanûnê di civîna Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyê, Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu û wezîrên berevaniya her du welatan Hulusi Akar û Sergey Şoygu de, li Moskowê pêşhatên dawî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Çavuşoglu piştî civînê diyar kir, “Em ê ji niha şûnde bi şirîkên xwe yên Rûs re tiştên ku ji bo Sûriyê bikin binirxînin. Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan em bi taybet ji bo girîngîpêdana pêwendiyên me yên ser mijarên herêmî ligel Rûsyayê şandin. Îradeya me ya hevbeş a ji bo paqijkirina hemû rêxistinên terorîst heye.”
Lavrov jî piştî civînê destnîşan kir, "Ji bo jiholêrakirina metirsiyên terorê li Sûriyê, li ser kordînasyona yekîneyên me yên li herêmê, me li hev kir.”
Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu jî beriya civînê diyar kir, “Em dê Idlib jî di nav de, bicihanîna rêkeftina Stenbolê binirxînin. Herwiha em ê pêşhatên dawî yên li Rojhilatê Firatê jî gotûbêj bikin.”
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê hêvî dikir di hevdîtina ligel rayedarên Rûsyayê de, wan ji bo operasyonên ser Minbic û hêzên Kurdî razî bike û rêya esmanî ji bo firîna balafirên şer bide vekirin, lê daxuyaniyên Rûsyayê nîşan didin ku niha ti destûr û rizayeke Rûsyayê ji bo operasyonan xuya nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin