PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 15ê Tîrmehê artêşa Rûsyayê, li bajarê Mikolayiv ê Ukraynayê avahiyên du zanîngehan bi moşekan bombe kir.
Li gorî daxuyaniya Parêzgarê bajarê Kenê Vitaliy Kîm, li bajarê Mikolayivê avahiyên du zanîngehan ji aliyê hêzên rûsî ve hatine armanc kirin û ziyaneke mezin a madî di avahiyan de çêbûye.
Vali Kim li ser medya civakî ragihandiye, artêşa Rûsyayê bi 10 moşekan avahiyên zanîngehan kiriye armanc û gotiye, "Îro terorîstên rûsî, li Mikolayivê êrîşî avahiyên zanîngehên herî mezin kirin. Niha jî êrîşê sistema me ya perwerdê dikin.”
Vitaliy Kim derbarê ziyanên canî de ti hurgilî nedan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin