PeyamaKurd-Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê û heta niha, li Ukraynayê êrîş li 164 navendên tenduristiyê hatiye kirin. Hat raginadin ku di van êrîşan de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî rapora dawî ya WHOyê, di êrîşên ku heta niha li dijî navendên tenduristiyê yên Ukraynayê hatine kirin de 149 avahî û 17 maşînên tenduristiyê bi bandor bûne. Di dewama agahiyan de hat gotin ku di van êrîşên hatine kirin de 73 kes hatine kuştin û 52 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên hatin dayîn, Berdevkê WHOyê yê Ewropayê Bhanu Bhatnagar daye zanîn ku ji bo li Ukraynayê êş û şewbên giran peyda nebin, ew bi Wezareta Tenduristiyê ya Ukraynayê re di nav dan û stendinê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin