Yekîtiya Ewropayê li Sûriyê besdarî rakirina mayînan dibe

Yekîtiya Ewropayê li Sûriyê besdarî rakirina mayînan dibe

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Nemsayê ragihand, Yekîtiya Ewropayê dê li Sûriyê di rakirina mayînan de beşdar bibe û tekez kir, ew dê ji Rojavayê Kurdistanê ve dest bi karê xwe bikin.

Wezîra Derve ya Nemsayê, Karin Kneissl da xuyakirin, ew dê hewl bidin di qonaxên din de karên xwe li deverên din ên Sûriyê jî encam bidin.

Karin Kneissl got: “Em dê beşdarî di rakirina mayînan de bikin, û wek qonaxa yekem jî, em dê li bakurê rojhilatê Sûriyê destpê bikin, herwiha di qonaxên din de jî em dê karê xwe li navçeyên din encam bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin