Berpirsekî Rûs: Eger serê atomî derkeve em dikarin di nîv saetê de temamê welatên NATOyê wêran bikin

Berpirsekî Rûs: Eger serê atomî derkeve em dikarin di nîv saetê de temamê welatên NATOyê wêran bikin

PeyamaKurd – Berpirsekî Rûs ê nêzîkî serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derbarê şerê atomî de diyar kir, eger şerê atomî derkeve, wê demê Rûsya dikare di nîv saetê de temamê welatên endamên NATOyê wêran bike.

Li gor Serokê Ajansa Fezayê Ruscosmos a ser bi Kremlînê Dimitri Rogozîn eşkere kir, armanca zilamê bihêz (Putin) şikandina rojava ya dijmin û paqijkirina Ukrayna ya li ser nexşeyê ye.

Herwiha rojnameya Dail Mail a Brîtanyayê bi zimanê Rogozîn ê temen 58 salî destnîşan kir, Hevpeymaniya NATO şer li dijî Rûsyayê dike, bê ku wî şerî ragihîne, lê tiştek ji bo hemû ronî û eşkere bûye.

Herî dawî da zanîn, eger şerê atomî derkeve, ew dikarin welatên endamên NATO di nîv saetê de wêran bikin, lê pêwîst e rê bi wî şerî re neyê dayîn, ji ber şerê atomî wê di dawiyê de ziyanê bide hemû sererdê cîhanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin