PeyamaKurd – Serokatiya Zanîngeha Selahedîn do ji bo kuştina 2 mamosteyên zanîngehê ji aliyê xwendekarekî ve, 3 rojan şîn ragihand.
Li gor Berdevkê Serokatiya Zanîngeha Selahedîn – Hewlêr Saman Ebdullah diyar kiriye: “Serokatiya Zanîngeha Selahedîn biryar da ku ji bo şehîdkirina 2 mamostayên zanîngehê 3 rojan şîn were ragihandin.
Saman Ebdullah daye zanîn: “Ala zanîngehê wê sê rojan li hemû kolejên zanîngeha Selahedînê were daxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Dekanê Koleja Yasaya Zankoya Selehedî Dr. Kawan Îsmaîl û Mamostayê Koleja Endazyarî ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Îdrîs Izet Hemexan do bi awayekî hovane hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin