PeyamaKurd - Kabîneya Serokkomariyê ya Tirkiyeyê îro Duşemê (23ê Mijdara 2026an) li Koşka Beştepeyê bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Mijara sereke ya civînê "pêvajoya çareseriyê" û raporên li ser çekdanîna PKKyê ne; her wiha biryar e zêdekirina meaşên 17 milyon xanenişînan jî bên gotûbêjkirin ku di plana nû de temen û hejmara rojên beşdariya bîmeyê wekî pîvan tên girtin.
Di çarçoveya siyaset û ewlehiya derve de, civîn dê li ser aloziyên navbera DYA û Îranê, ewlehiya Tengava Hurmizê û geşedanên li Nîvgirava Erebî raweste.
Ev civîn 22yemîn civîna kabîneyê ya îsal e ku piştî guhertina sîstema hikûmetê ya sala 2018an bi serokatiya rasterast a Erdogan birêve diçe.