PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Gulanê roja Yekşemê bi serdaneke fermî digihîje Tirkiyê û ligel Erdogan jî dicive.
Li gorî zanyariyan Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê serdana xwe de, li Koşka Dolmabahçe ya Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên payebilind re dicive.
Hate zanîn ku wê di civînan de, ji bilî gotûbêjkirina li ser pêşxistina peywendiyên dualî, guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û herêmê bên nirxandin.