Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê serdana paytexta Iraqê, Bexdayê, bike da ku li ser gelek mijaran biaxive.

Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro ji bo serdaneke fermî ya du rojan ber bi Bexdayê ve çû.

Di serdana xwe de, Nêçîrvan Barzanî wê rêze hevdîtinan bi rayedarên payebilind ên Iraqê re bike. Gotûbêj wê li ser pêvajoya siyasî, avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, têkiliyên navbera Hewler û Bexdayê û gelek mijarên din bin.