PeyamaKurd - Serokê berê yê Parlementoya Iraqê û Lîderê Partiya Teqaddumê Mihemed el-Helbûsî, sibê serdana bajarê Hewlêrê dike da ku ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê hevdîtinan bike.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyekî ji Ofîsa Çapemeniyê ya Mihemed el-Helbûsî ji medya heremî re ragihandine, Helbûsî dê di 30yê Tîrmeha bigihîje paytext Hewlêrê.
Di çarçoveya vê serdanê de tê çaverêkirin ku Helbûsî ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civînan pêk bîne û li ser pirsên krîtîk bisekine.
Di vê geşta siyasî de dê şandeyeke payebilind bi Helbûsî bike ku di nav wan de Serokê Koma Partiya Teqaddumê ya Parlementoya Iraqê Ehmed Mezher, Wezîrê Pîşesaziyê Mihemed Temîm û ji rêveberên heman partiyê Xalid Betal jî hene.
Hat ragihandin ku di civînan de hevkariyên siyasî, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, proseya temamkirina kabîneya Hikûmeta Iraqê û geşedanên ewlehî û dîplomatîk ên herêmî bi berfirehî werin gotûbêjkirin.
Ev hevdîtin ji bo çareserkirina aloziyên di navbera hikûmeta navendî û fermanrewayiya Herêma Kurdistanê de wekî pêngaveke giring tê nirxandin.