Serokomariya Tirkiyê: Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê dike

Serokomariya Tirkiyê: Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdanake fermî serdana Tirkiyê dike û biryar e ligel Serokomar û Wezîrê Derve yê Tirkiyê bicive.

Li gor daxuayniya Serokomariyê Tirkiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê (28.11.2019) bi awayekî fermî bo cara ewil wekî serokwezîr serdana Tirkiyê dike.

Li gor bernameyê biryar e Mesrûr Barzanî saet 13.30ê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinekê pêk bîne û pişt re civîneke hevpar a rojnamevanî lidar bixin.

Herwiha Mesrûr Barzanî her îro dê saet 17.00an ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve li Koşka Serokomariyê Tirkiyê ya li Enqerê were pêşwazîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin