PeyamaKurd – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê, Ibrahim Kalin amaje kir ku ‘çavê wan ne li xaka ti kesî ye’ û ragihand piştî operasyoneke Tirkiyê li dijî rojhilatê Firatê ew dê penaberan vegerînin Sûriyê.
Piştî hevdîtin Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan, Qesra Spî ragihandibû ku wê di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke leşkerî li Sûriyê dest pê bike û diyar kiribû, ku Amerîka ne alîkariyê dike ne jî rêgiriyê lê dike.
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Ibrahim Kalin amaje kir ku ‘çavê wan ne li xaka kesî ye’ û ragihand “piştî operasyoneke Tirkiyê li dijî rojhilatê Firatê ew dê penaberan vegerînin Sûriyê.
Di çarçoveya yekrêziya xaka Sûriyê du armancên avakirina herêma ewle hene: Paqijkirina unsurên terorê û dabînkirina ewlekariyê ya sînorî.”
Berdevkê Erdogan got di vê mijarê de ‘ew rijd û bi biryar in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin