Ji ber amatoriya Medya Kurd, raya giştî şaş hat agahdarkirin!..

Ji ber amatoriya Medya Kurd, raya giştî şaş hat agahdarkirin!..

PeyamaKurd - Derbarê astronota NASAyê Jasmin Moghbeli de ku di piraniya medya serdest a Kurdî de, wekî keça malbateke kurdên Mahabadê hate nîşandan de, gelek nûçe di van rojên dawî de belav bûn.

Hate îdiakirin ku Moghbelî ya bo fezayê hatiye şandin û fermandariya tîma 4 atronotan dike, ji malbateke koçberê Almanya ya Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê ye.

“Bavê min ji Şîrazê ye, ez Faris im û bi Farisî diaxivim’

Lê belê Jasmin Moghbeli 2yê Tîrmeha 2017an hevpeyvînek daye kovara naskirî ya Amerîkî ya bi navê The New Yorker ku tê de dibêje; ew qet neçûye Îranê, lê bi zimanê farisî diaxive û diyar dike: “Diya min û bavê min li Îranê çêbûn. Ez xwe bi axa bav û kalan re yek dibînim.”

Heta sala 2013an li ser îdiayên ku li ser navê Îranê ketiye nav hikûmeta Amerîka ya Barcak Obama jî bertekek tund nîşan dabû û gotibû: “Ez li Almanyayê bûm, lê bavê min li Îranê ye.”

Kovara The New Yorker bi zarê Jasminê daye xuyakirin ku malbata wê bixwe ji mezhebê şîa ye û Cejna Newrozê jî li gorî çanda xwe ya farisî pîroz dikin.

Heta Jasmin Moghbeli, bixwe jî li ser hesabê xwe yê instagramê di cejnan de parvekirinên xwe bi zimanê farisî dike û ji bo pîrozbahiyên cejnan dibêje, ‘Ez cejna hemû miletê faris pîroz dikim.’

Ev çi nezanî û amatoriya medyayê ye?

Niha divê em medyaya Kurd û bi taybet ya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê rexne bikin:

“Jasmin Moghbeli ku bi awayekî eşkere xwe wekî faris dibîne û bi farisî jî diaxive, wekî ‘Astronota Kurd’ nîşandana wê di medyayê de, amatoriyeke çawa ya medyayê û nezaniyê ye?”

Li gorî agahiyên ku Jasmin  bi xwe dide, bavê wê ji Şîraz a Îranê ye, ji ber ku klînîka wî li wir hebûye jî li Mahabadê ji dayik bûye.

Gelo ger mirovek li Mahabadê çêbûbe, ev wê dike Kurd? Nexêr nake. Em mînaka vê ji gotinên wê bi xwe hîn bûm.

Her çiqas neyê zanîn bê medya serdest a Herêma Kurdistanê agahiya Kurdbûna astronota jin ji ku wergirtiye jî ev tê wê wateyê ku xwe li kontrolkirina bo peydekirina agahiyên rastîn nakin xwedî.

Em ji vir bi awayekî zelal ji medya Kurd re diyar dikin ku; astronota bi navê Jasmin Moghbelî ne Kurd e, ew faris e. Em vê ji hevpeyvîna wê ya sala 2017an a kovara The New Yorkerê û di parvekirinên wê yên medya civakî yên pîrozkirina cejnan de jî eşkere dibînin.