PeyamaKurd – Li Erzirom, Erzîngan û Erdexanê tê payîn ku toz bibare.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê de hat ragihandin, li Erzirom, Erzîngan û Erdexanê hem bi şev û hem jî bi roj li cih cihan tê payîn ku toz bibare.
Di daxuyaniyê de hat xwestin, li hember neyîniyên wekî astengiyên çûnûhatinê, kêmbûna dîtin û kalîteya hewayê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê bi tedbîr û baldar bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin