PeyamaKurd- Bi sedema topbaranên rejîma Sûriyê bo ser Turkmendaxiya Lazkiyê, di daristanê de şewat derket û dûman bilind bû. Dîmenên agir û dûmana şewatê ji aliyê bajarê Hatay a bi ser Tirkiyê de bi rihetî xuya dike.
Sedema êrîşa hêzên dewletê yên Beşer Esed ew bû ku di navbera wan û muxalifan de li devera Bayırbucakê şer derketiye û topbarana rejîmê jî destpêkiriye. Ciyên ku agir bi wan ketiye nêzî sînorê Tirkiyê ne û navên wan Yamadı, Kulcuk û Kelez in. Her weha nêzî gundê Murtluyê agir bi daristanê ketiye. Muhxalefet ji aliyê Tirkiyê de tê destekkirin.
Şerê li deverê bi awayeka tund dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin