PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê roja Pêncşema dahatî, Parlamentoya Iraqê ji bo bawerîdana kabîneya Serokwezîrê nû Mihemed Tewfîq Elawî bicive.
Desteya serokatîya Civata Nûnerên Îraqê îro Duşemê civîya û biryar da ku 27ê Sibatê roja Pêncşemê Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana bawerîyê bo kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî bicive.
Hat zanîn ku Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Hesen Kerîm Keibî dema civîna ne asayî destnîşan kiribû, lê Serokê Civata Nûneran Mihemed Helbusî ew civîn ji bo roja Pêncşema vê heftiyê bipaş xist.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin