PeyamaKurd - Piştî lihevkirina Şam û HSDê li ser rêveberiyê û entegrasyona hêz û saziyan li Rojavayê Kurdistanê qonaxeke nû dest pê kiriye ku Kurd jê nerazî ne.
Li gorî yasayên dewleta Sûriyeyê parêzgar wekî nûnerê herî bilind ê desthilata navendî û berpirsê sereke yê rêveberiya herêmî tê qebûlkirin.
Erkên parêzgar çi ne û çima nikare ti biryarê bide?
Lê belê, li parêzgeha Hesekê ango bi tevahî li Rojavayê Kurdistanê ev pênaseya yasayî bi ji rastiya li ser erdê dûr e. Tevî ku di çarçoveya peymana taybet a 29ê Çileyê de di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de lihevkirin hatibû kirin û Nûredîn Ehmed wekî parêzgar hatibû ragihandin, erkên wî yên îdarî mîna parêzgarên Şam, Heleb û herêmên din nayên dîtin.
Parêzgarê nû nikare rola xwe ya qanûnî di nava 5 herêmên serekî yên parêzgehê (Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Serêkaniyê û Şedadê) de bimeşîne û ev rewş nîşan dide ku lihevkirinên siyasî di warê praktîkî de rûbirûyê xetereyeke mezin a bêbandoriyê bûne.
Li bajarên Kurdan krîza rêveberiyê
Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser a defakto piştî lihevkirina Şam-HSDê bi awayekî fiîlî hatiye hilweşandin û parêzgar ketiya şûna wê rêveberiyê.
Li gorî qanûnên rêveberiya herêmî mafê parêzgar heye ku di warê tayînkirina serokên herêman, navçeyan û gerînendetiyên wezaretan de biryarên stratejîk bide. Lê di destpêkirina xebata Nûredîn Ehmed de tê dîtin ku mîsyona wî bi awayekî sîstematîk tê astengkirin. Di gelek pêngavên girîng mîna tayînkirina nûnerên Serêkaniyê û Şedadê, vekirina deriyê sînorî yê Til Koçerê û diyarkirina rêveberên saziyên parêzgehê de, rola parêzgar bi tevahî hatiye paşguhkirin.
Ev yek ne tenê mekanîzmayên rêxistinî yên saziyan lawaz dike, lê di heman demê de guman û nîqaşên kûr di navbera aliyên siyasî de li ser kalîte û pêşeroja xizmetguzariyên giştî zêde dike.
Siyaseta ziman û rakirina tabelayên Kurdî
Yek ji xalên herî girîng ên ku di vê qonaxa entegrasyon û veguhertina îdarî de derdikeve pêş, siyaseta ziman û bi taybetî danîna tabelayên Kurdî ye. Li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, bikaranîna zimanê Kurdî di saziyên fermî, dibistan û tabelayên li ser cadeyan de wekî destkeftiyeke neteweyî û nasnameyî tê dîtin.
Bi danîna tabelayên Kurdî re, hewldaneke mezin heye ku rengê herêmê yê rasteqîn û piralî were parastin. Lêbelê, di navbera rêveberiya herêmî (HSD) û nûnerên desthilata navendî (Şam) de, ev babet hîn jî wekî xaleke nakokbar dimîne, ji ber ku qanûnên Şamê yên navendîparêz zehmetiyên mezin di pejirandina fermî ya zimanê Kurdî de derdixin.
Bertekên xelkê û pêşeroja entegrasyonê
Ev pêvajoya dualî ya di warê rêveberî û çandê de bertekên cuda di nav xelkê Rojavayê Kurdistanê de çêdike. Ji aliyekî ve, civak piştgiriya pêngavên wekî fermîbûna zimanê Kurdî û parastina tabelayên Kurdî dike û vê yekê wekî xeteke sor a nasnameya xwe dibîne.
Ji aliyê din ve, bêbandoriya parêzgar û lihevkirinên sist ên bi Şamê re, xelkê herêmê di warê aborî, ewlehî û dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn de dixe nav fikarên kûr.
Gel daxwaz dike ku lihevkirin ne tenê li ser kaxezê bin, lê belê mafên wan ên çandî û îdarî di asteke mîsoger de li ser erdê werin cîbicîkirin.