Medya Alman: Hevdîtina Ocalan ne tesadufî bû...

Medya Alman: Hevdîtina Ocalan ne tesadufî bû...

PeyamaKurd – Betalkirin û dubarekirina hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji aliyê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ve li raya giştî ya Ewropayê deng veda û bû mijara nîqaşan. Bi taybet di medya almanî de nûçe, analîz û şîroveyên balkêş tên belavkirin.

Rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeine Zeitung şîroveyeke bi sernavê "Antî Demokrat" belav kir û biryara YSKê ya bo Stenbolê nirxand.

'PRENSÎBÊN DEMOKRASIYÊ HATIN BINPÊKIRIN'

Rojname balê dikişîne ser ku Tirkiyeya Erdogan halêhazir endama NATOyê ye û gotûbêjên endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî berdewam dike û bi Almanyayê re danûstandinên piralî hene, lê partiya serokomar çima ku encameke li gorî dilê xwe ji hilbijartinan wernegirtiye prensîbên bingehîn ên demokrasiyê binpê kiriye û ev jî gelekî girîng e.

Di berdewamê de tê gotin, erê Tirkiyê di heyama rêveberiya Erdogan de pêngavên mezin ên aborî avêtine, lê belê her diçe ji welatên Rojavayî jî dûr dikeve, çimkî Erdogan têkoşîna ketina nav kluba lîderên hêzdar dide.

Frankfurter Allgemeine Zeitun dibêje, “Şûnwariya Jeostratejik li aliyekî, lê belê ji xwe pir zehmet e Tirkiyeya ku rêzê li hiqûq û demokrasiyê bigire jî bibe endamê YEyê. Lê belê cihê Tirkiyeya Recep Tayyip Erdogan di YEyê de nîne.”

 ‘HEVDÎTINA OCALAN NE TESADUFÎ BÛ’

Rojnameya Süddeutsche Zeitung jî bi sernavê "Erdogan di kemînê asê ma” ji pênûsa Christiane Schlötzer belav kiriye.

Christiane Schlötzer dibêje, "AKP niha ji bo careke din winda de di hilbijartinên 23yê Hezîranê de çi destê wê be, wê bike. Ji niha ve dest bi kar kiriye jî: Ketiye pey dengên Kurdan. Sala 2018an di hilbijartinên giştî de milyonek û 200 hezar dengên HDPê hebûn. HDPê di vê hilbijartinê de destek da Îmamoglu. Beriya YSK biryara xwe bide bi kurtedemekê piştî 8 salan hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re muhtemel e ku ne tesadûfî bû.”

Piştî biryara YSKê ya Stenbolê siyaseta Tirkiyê dikele! Kî çi got?

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin