PeyamaKurd - Komên çekdar ên li Efrînê ku ligel artêşa Tirkiyê kar dikin, 6 welatiyên Kurd revandin ku mamosteyeke jin jî di nav wan de heye.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar ji 10 rojan ve mamoste Nêroz Mehmûd a ji gundê Kurzêlê li ser rêbenda gundê Turindê revandine û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Rêxistinê da zanîn ku hêzeke hevbeş ji Polîsê Artêşa Azad a Sûriyê û leşkerên Tirk îro pênceşmê avêtine ser gundê Dîkmedaşê yê navçeya Bilbilê û 5 welatî revandine.
Navên kesên revandî wiha ne: Yûsif Henîf, Luqman Fehmî Mihemed, Kerîm Elî Cuma, Ebdilhemîd Hemîd Hemzê û Riyad Elî Cume.
Li gor amaran heta niha zêdetir ji hezar kesên revandî çarenivîsa wan ne diyar e û rûdanên revandin, dizî, îşkence û kiryarên nemirovî li ser şêniyên Efrînê, ji dema bajar hatiye dagirkirin ve bênavber berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin