PeyamaKurd – Partiya Doza Azad (HUDAPAR) ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karên xwe dike, li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê yekem car nûnertî vekir.
Di vekirina nûnertiya Hudaparê de Serokê Giştî yê partiyê Îshak Saglam, Wekîlê Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu, Cîgirê Serokê Giştî Abdurrahman Cens, Sekreterê Giştî Şehzade Demir, Serokê Îstişareya Giştî yê Partiyê Îsa Aydin û hejmarek welatî beşdarî kirin.
Serokê HUDA PARê Îshak Saglam da zanîn ku armanca wan bi vekirina nûnertiya partiya xwe, hevnasîn û hevkariya ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê ye ku ew jî dixwazin xwe bi wan bidin zanîn.
Saglam di axaftina vekirinê de girîngiya Kurdistanê li herêma Rojhilata Navîn anî ziman û got, "Kurdistan erdnîgariyeke li nîveka ummetê ye û kurd jî belkî pêkhateya navenda ummetê ne. Ji ber vê jî cihekî girîng ê Kurdistanê heye…Heger meseleya Kurd çareser bibe, em pêbawerin ku li vê erdnîgariya ummetê gelek pirsgirêkên din jî çareser bibin.”
Hêjayî gotinê ye şanda HUDAPARê ku serdana Kurdistanê kiribû, hefteya borî jî çûbû serdana Serok Mesûd Barzanî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin