PeyamaKurd - Desteleya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) îtiraza Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li ser dayîna mazbatayên şaredariyê bo namzedên bûne duyemîn di hilbijartinê de red kir.
YSKê ji ber ku hinek namzedên HDPê beriya hilbijartinê bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) ji karê xwe hatine avêtin, tevî ku di hilbijartinê de şaredarî qezenc kiribûn jî mazbatayên wan nedabû wan.
HDPê ji bo betalkirina biryara nedana mazbatayên şaredariyê serlêdana îtirazê li YSKê kiribû.
Bi biryara YSKê li navçeyên Edremît, Tuşba, Çaldiran ên Wanê, li navçeya Tekman a Erzeromê, li navçeya Rêzan (Baglar) a Amedê û li beldeya Dagpinar a Qersê mazbatayên HDPîyan dabûn namzedên di hilbijartinê de ketine rêza duyemîn.
HDPê li ser vê biryarê bertek nîşan dabû û dabû xuyakirin ku ev helwesteke nehiqûqî ye, xespkirina îradeya gel e û YSKê sedema hebûna xwe ji holê rakiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin