‘Piştevaniya Îsraîlê ya bo Kurdan dibe ku polîtîkaya stratejîk a li herêmê xurttir bike’

‘Piştevaniya Îsraîlê ya bo Kurdan dibe ku polîtîkaya stratejîk a li herêmê xurttir bike’

PeyamaKurd -  Lêkolînerê Enstîtuya Stratejiyên Siyonîst Noa Lazimî, li ser rewşa Kurdên Sûriyê, helwesta Îsraîlê û pozîsyona Tirkiyê analîzek belav kir.

Lazimî, di gotara xwe de pirsa, ‘Gelo Îsraîl divê piştgiriya Kurdan bike yan na?’ dike. Lazimî, bandora helwesta Tirkiyê li dijî Rojava û herêmên din ên Kurdan a tund bi bîr dixe û pirsa, ‘Gelo dê ev bandoreke çawa li siyaseta herêmê ya Îsraîlê dike? dinirxîne.

Tirkiyê û Kurd

Lazimi dide zanîn ku Tirkiye li dijî PKK û YPGê gelek caran operasyon kirine û herêmên wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirine. Armanca Tirkiyê ew e ku hêza Kurdan bişikîne û li herêmê dewleteke federal a Kurdî pêk neyê.

Îsraîl û Tirkiye

Di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ji ber gelek sedemên siyasî û olî yên nakok hene. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, gelek caran Îsraîl rexne kiriye û piştgiriya Filistînê kiriye.

Amerîka û Rojava

Amerîka li dijî DAIŞê şer dike û ji bo vê yekê jî bi hêzên Kurd re hevkariyê dike. Lê belê ev hevkarî di navbera Amerîka û Tirkiyê de gelek pirsgirêk çêkiriye. Ji ber ku Tirkiye YPGê wekî baskê PKKê dibîne û bawer dike ku Amerîka bi piştgiriya xwe ya ji YPGê re gefê lê dixwe.

Îsraîl Çima piştgiriyê bide Kurdan?

Hin kes dibêjin ku Îsraîl dikare bi piştgiriya xwe ya ji Kurdan re Tirkiyê lawaz bike û bandora xwe li herêmê zêde bike. Lê belê Lazimi dibêje ku ev yek dikare bibe sedema şerekî mezin û têkiliyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de û rewşê xirabtir bike.

Wekî encam

Lazimi, dibêje ku Îsraîl divê di vê mijarê de pir baldar be û biryareke bilez nede. Divê Îsraîl hem berjewendiyên xwe yên neteweyî û hem jî têkiliyên xwe yên bi welatên din re hesab bike. Herwiha destnîşan dike, ‘Piştevaniya Îsraîlê ya bo Kurdan dibe ku polîtîkaya wê stratejîk a li herêmê xurttir bike’

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.