PeyamaKurd- Serhildana gel a li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7ê Çileyê derbasî qonaxeke nû û berfirehtir bû. Li gelek bajaran xelkê kolan girtin û li dijî hêzên rejîma berxwedaneke mezin nîşan dan. Li aliyê din Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di 11 rojên xwepêşandanan de 12 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 200 xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Bangewaziya partiyên Rojhilatê Kurdistanê hişt ku gel dakeve qadan û protestoyên rejîmê hîn berfirehtir bibin. Herwiha Eniya Yekgirtî ya Belûçistana Îranê jî biryar da ku li kêleka Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Komele û Hizbên federalîst ên Kurdistanê beşdarî çalakiyên seranserê Îranê bibe û piştevaniyeke tam da berxwdana dijî rejîma Îranê.
Xwepêşanderan li bajarê Şîrazê li 25 deverên cuda rêyên sereke yên bajêr girtin û kontrola kolanan xistin destê xwe. Her çiqas hêzên rejîmê bi alavên avrişandinê hewl dan rê li ber xwepêşanderan bigirin jî hat ragihandin ku ji ber kembûna hejmara hêzên rejîmê, ew neçar mane li hemberî hêza gel paşve biçin û ji gelek qadan derkevin.
Li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê, bi taybetî li taxên Dizilawa, Dewletawa û çarrêya Karger, hêzên Îranê bi cebilxaneyeke mezin êrîşî xelkê kirin. Li bajaroka pîşesazî ya Dizilawayê, hêzên rejîmê bi gulebaranê êrîşî bazariyan kir. Di encamê de welatiyekî bi navê Îsmaîl ji serê xwe bi giranî birîndar bû û rewşa wî li nexweşxaneyê krîtîk e.
Xwendekarên zanîngehê jî beşdar bûn
Herwiha xwendekarên Zanîngeha Azad a Kirmaşanê jî bi durûşmên "Bimre Dîktator" û "Yekîtî Yekîtî" daxwaza azadiyê kirin û bersiva êrîşên hovane dan.
Pêla grevan û daxistina dikanan li seranserê Îranê belav bû. Li bajarê Bazara Mezin û Bazara Zêringiran bi temamî hatin daxistin. Herwiha li bajarên wekî Bucnûrd û Sawê jî bazariyan dikanên xwe girtin û tevlî çalakiyan bûn. Li bajarê Meşhedê jî xwepêşanderan bersiva êrîşên polîsan dan û motorsîkleteke hêzên tepeserker ji destê wan girtin û ew neçarî revê kirin.
Ev berxwedana ku li hemû parêzgehên Îran û Kurdistanê belav bûye, nîşan dide ku êdî tirs li cem gel şikestiye.
Tevî hemû hewildanên rejîma Îranê ji bo tepeserkirinê, hevgirtina di navbera xwendekar, bazarî û xelkê kolanan de her ku diçe xurtir dibe. Ev yek sîstema ewlehiyê ya rejîmê xistiye nava krîzeke kûr û banga ji bo "Yekîtiyê" dibe bingeha sereke ya serkeftina vê serhildana dîrokî.
Rejîm li ber hilweşînê ye
Piştevaniya Eniya Belûç û zêdebûna nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê, gelên Îranê bi giştî xistiye hêviyeke nû û di gelek nirxandinan êdî bi eşkereyî behsa nêzîkbûna têkçûn û hilweşîna rejîmê tê kirin.