PeyamaKurd – Di derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Amerîka, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ragihand, “Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derxe, lê belê serbazgeheke Îranê li Iraqê tune ye, tenê pêwendiya siyasî di navbera Bexda û Tehranê de heye, an dixwaze Heşda Şeibî ji holê rake, ev jî mijareke navxweyî ya Iraqê ye.”
Li gor Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di hevpeyvîneke de ligel kanala televîzyona Iraqî diyar kir, “Amerîka dixwaze Îranê ji Iraqê derxe, lê belê serbazgeheke Îranê li Iraqê tune ye, tenê pêwendiya siyasî di navbera Bexda û Tehranê de heye, an dixwaze Heşda Şeibî ji holê rake, ev jî mijareke navxweyî ya Iraqê ye.”
Herwiha Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa girîngiya serdana Serokwezîrê Iraqê bo Amerîkayê kêm nîşan da û got, “Ez jî pênc caran çûme Washingtonê, ev serdan weke ku tê propagandakirin, ne serdaneke dîrokî ye.”
Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke fermî gihişt Amerîkayê û îro ligel rayedarên Amerîkayê dest bi civînan dike. Herwiha biryar e, sibe jî bi Donald Trump, Serokê Amerîkayê re hevdîtinekê pêk bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin