PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê namzedê seroktiya Amerîkayê Bernie Sanders, di bernameya CNN Internationalê de rexne li pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê girtin û got, Tirkiye ne hevpeymaneke Amerîkayê ye.
Sandersê ku demeke dirêj di kongreya Amerîkayê de wekî siyasetmedarekî serbixwe kar kiriye êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de bi tundî rexne dike û dibêje: "Ji ber ku Tirkiye welatekî din dagir kiriye û hewla komkujiyeke girseyî daye, ne hevpeymaneke Amerîkayê ye.”
“11 hezar şervanên Kurd can dan”
Barnie Sanders, di hevpeyvîna ligel CNNê de dide zanîn ku 11 hezar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo têkbirina DAIŞê canê xwe dane û wiha didomîne:
“Wan ji bo parastina xwe bawerî bi Amerîkayê tanîn û Amerîkayê jî digot, ‘Em bi we re ne, li kêleka we ne’ lê Trump piştî telefona bi Erdogan re ev polîtîka berevajî kir.”
Sanders herwiha diyar dike ku piştî vê hemleya Trump pêbaweriya dinyayê bi Amerîkayê nemaye û welatê wî karîna xwe ya pêkanîna siyasî û leşkerî li derveyî welat ji dest daye.
Senator Bernie Sanders di hilbijartinên seroktiya Amerîka yên 2020an de, wekî namzedê Partiya Demokrat ê herî populer e ku hevrikiya Serokê Amerîka Donald Trump dike derdikeve pêş.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin