Hisyariya sûîkastê ji bo Kiliçdaroglu hat dayîn

Hisyariya sûîkastê ji bo Kiliçdaroglu hat dayîn

PeyamaKurd – Ji Partiya Pêşerojê Ozdagê jî bal kişand ser îhtîmala sûîqestê ya li dijî Kiliçdaroglu, ji CHPê Erdogan Toprak jî ev îdia piştrast kir û got, "Em nikarin bêjin ku me tiştek nebihîstiye."

Ji hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê re ku di 14ê Gulanê de bên kirin, tenê çend roj man.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Selçûk Ozdag hişyarî da û diyar kir, dibe ku beriya hilbijartinên pêşwext li dijî Kiliçdaroglu sûîqestek bê kirin.

Ozdag got, “Berê li hemberî siyasetmedar û rojnamegeran gelek sûîqest hatin kirin. Ji ber ku namzediya Kiliçdaroglû beriya hilbijartinê bi cih dibe, divê îhtîmala sûîqestê zêdetir were nirxandin. Ji ber vê yekê pêwîst e tedbîrên parastinê bên zêdekirin.

Şêwirmendê Serokê Koordînatorê Serokê Giştî yê CHPê Erdogan Toprak jî ev îdia piştrast kir.

Toprak got, “Em nikarin bêjin ku me nebihîstiye. Lê em di wê baweriyê de ne ku dewlet wê di vî warî de hesasiyetê nîşan bide.”

Toprak anî ziman ku di vê mijarê de baweriya wan bi dewletê heye û wiha got: “Dewlet xwedî îmkanên îstîxbaratê ye. Di vî warî de mirovên rast û xwedî ezmûn hene. Em ji wan bawer dikin. Ew van raporan dinirxînin." (Çavkanî: Rojnameya Cumhuriyetê)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin