PeyamaKurd - Bûyerên Silêmaniyê û derdora wê ku xwedî stratejiyeke mezin a derxistina alozî û kaosê ne li Kurdistanê, her roj zêdetir encamên xwe yên xirabkar û tirsnak derdixe pêş. Ev alozî û kaosa bi zanebûn tê derxistin, xwedî bingeheke wisa ye ku ji şertên aborî yên jiyanê û gunehkar derxistina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gelekî wêdetir e.
Daxuyaniyên aliyê PKKê, dezenformasyona medyaya wê û şîrove û nirxandinên bêbingeh ên li ser medya civakî ji aliyê alîgirên PKKê ve li dijî Serok Mesûd Barzanî û di şexsê wî de li hemû Barzaniyan û kesên emrê xwe dane doza Kurdistanê têne kirin, bê hed û hesab in.
Wekî mînak; di wan bûyeran de bêrêzî li Pêşmergeyekî kal kirin û bi pihînan lê xistin û bi ser de jî diziya pereyên komeleya sêwîyan kirin û wêran kirin, lê tevî van kiryarên xirabkar û dijmirovî jî li hember şehîdkirina Pêşmergeyekî bêdeng man û xwestin van kiryarên xwe ji gel re rewa nîşan bidin.
Gelek kes ji jêdera van nêzîkatiyan hemûyan haydar in ku hemû hatine ezmûnkirin.
Çima PDK û Barzanî wek berpirsê kaosê têne nîşandan?
Bûyerên ku ji Silêmaniyê û dorûbera wê dest pê kirin, piştî du hefteyan heta Behdînanê hatin kişandin û di wê demê de jî balafirên Tirik ‘Her ku PKK li wir tunebû jî ew dever bombebaran kirin’ û wek berpirsê vê rewşê jî Hikûmeta Kurdistanê hat nîşandan…Û piştre jî bûyer derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin ku buroyên ENKSê rastî êrîşan hatin û hatin şewitandin û li Sihêla jî bi Pêşmerge re şer derxistin.
Diyar e yên ku wekî tiştek nebûye tevdigerin û bûne sedema mezinkirina bûyer û aloziyê aliyê PKKê û medya wê bi xwe ye. Me gelek wêne, vîdyoyên derew û karîkaturên nayên qebûlkirin dîtin ku wan belav kirin.
Lê belê ne tenê ew e. Medyaya çep a tirk ku fînansoriya wê dikin jî di nav de heye. Erka wan jî ew e ku Barzaniyan wekî cinawiran nîşan bidin û derewên wekî ‘Kurd ji PKKê çêbûne û bêyî wê nabe’ belav bikin. Ev ji aliyê kê û çima tê kirin bi qasî roj û şevê eşkere û rastî ye.
Ma nizanin ku piştî rêkeftina Şingalê ji bo têkdana wê rêkeftinê, unîformeyên xwe bi alîkariya Heşda Şeibî guherandin û bi unîformeyên hêzên iraqî car din vegeriyan Şingalê? Helbet dizanin.
Pêşhatên dawî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hem yekrêziya nav mala kurdan sabote dikin hem jî di kurdan de bûne sedema xem û fikaran. Ji ber ku bûyerên diqewimin bivê nevê bandorê mi ser raya giştî ya kurd dikin û dibin sedema şikesta gelek tiştan. Di heman demê de ev yek aciziyê dide derdorên ku li Rojhilata Navîn piştevanî alîkariya kurdan dikin jî û destkeftên kurdan jî dixe xeterê.
Ew derdorên ku aloziyan tev didin, ji ber ku dizanin Tirkiye û bi taybet jî Îran dilxwazên têkdana destkeftiyên kurd in, bi hev re bingeha wan aloziyan amade kirin. Derdorên malûm yên bingeha aloziyan û mezinkirina wan amade kirine jî nexwestin vê yekê bibînin û çavê xwe jê re girtin ta ku bigihîjin asteke metirsîdar.
Heger li şûna peyva ‘bila kurd bibin yek’ gotibûna; ‘Bila kurd bes hevdu tawanbar bikin û li şûna bibin wek xelkê wekî xwe bimînin’ bawer bikin wê rewş baştir bihata kontrolkirin û nedigihîşt vê astê.
Her çiqas piraniya miletê kurd di rewşên şer û hesas de, nêzîkatiyeke nerm û xweşbîniyê nîşan dide jî qaşo rêveberên kurdan ji bo bûyer û aloziyê mezin bikin çi ji destê wan tê dikin.
Salih Muslim di vê rewşa aloz de çawa wan gotinan dike?
Mînaka vê car din bi Salih Muslim hat nîşandan. Muslim di hevpeyvîna xwe ya li ser medya PKKê û medya çepgirên tirk de hat weşandin de dibêje:
Di vê rewşa kaotîk û vê demê de, gelo ji bo çi van gotinan dike? Pratîka hikûmeta Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî li holê ye. Wî tenê ji bo doza Kurdistanê têkoşîn nedaye. Mesrûr Barzanî jî û her malbateke kurd jî têkoşîna vê dozê dane. Ev gotinên Muslim nayên qebûlkirin.
Muslim bi vê daxuyaniya xwe, kete nav ‘hevpeymana dijî-mesrûr’. Kurdên hêja! Divê ev yek baş bê dîtin û li ser neyê qevaztin. “Li ser şexsê Mesrûr Barzanî li hemberî hikûmeta Kurdistanê ya nû dijminatî tê pêşxistin.”
Muxatabekî din ê daxuyaniyên Muslim jî Pêşmergeyên Roj in. Li gorî wan Pêşmergeyên Roj ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin. Lê belê ev îdia jî nêzîkatiyeke gelekî şaş e. Pêşmergeyên Roj ji aliyê Pêşmergeyê Zêrevanî hatin perwerdekirin û beşeke mezin ji wan jî ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike ve hatine perwerdekirin.
Hêzên Zêrevanî ne girêdayî Tirkiyê ne, lê girêdayî Hikûmeta Kurdistanê ne û wekî saziyeke Fermandariya Cendermeyan kar dikin.
“Yên ku PDKê tawanbar dikin şirîkatiya Heşda Şeibî-PKKê vedişêrin”
Medya PKKê di karê belavkirina agahiyên şaş û bi propagandayên reşkirinê yên dizaynkirina civakê de, gelekî jêhatî ye. Ew hosteyê wê yekê ne ku ji bo xwe mafdar derxin derew û propagandayên reşkirinê bikin û li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin.
PDK û Hikûmeta Kurdistanê yek ji hevpeymana sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi seroktiya Amerîkayê de ne. Îran ji vê aciz e. PKK jî ji vê yekê aciz e. Ji ber ku dostaniya Îran û PKKê, bi rêkeftina Şingalê re û bi girtina rêyên qaçax ji aliyê hikûmetê ve, dikeve xeterê. Êdî li herêmê kesê ku nizanibe PKK bi Heşda Şeibî re li herêmê tifaqê dike nema ye. Lê belê medya PKKê vê ji girseya xwe re wekî ‘derew’ dide nîşandan.
Bûyerên ku ji Silêmaniyê destpê kirin û heta çend deverên din ên Kurdistanê belav bûn, ti pêwendiya wan bi rewşa aborî û PDKê re nîne. Serkêşên vê aloziyê Îran û PKK bi xwe ne. Divê ev hevkariya PKKê ya bi Îranê re were mehkûmkirin. Ji ber ku jêdera hemû pirsgirêkan û alozî ew der e. Li aliyê din yên ku PDKê tawanbar dikin, bi awayekî profesyonelî şirîkatiya Heşda Şeibî-PKKê vedişêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin