PeyamaKurd- Li gorî analîza The National serkeftina Şamê ya li Helebê nabe ku kêm were dîtin. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku berê di bin kontrola hêzên ewlekariyê yên bi ser HSDê de bûn, navendên girîng ên bajêr bûn ku tê de di navbera 300,000 heta 400,000 kesî dijiyan. Ev yek wan dike yek ji mezintirîn navendên niştecihbûnê yên girêdayî HSDê. Ji bo hevberdanê, Qamişlo ku yek ji mezintirîn bajarên bin kontrola HSDê û mezintirîn bajarê kurdnişîn e, nifûsa wê nêzî 350,000 kes tê texmînkirin.
Rewşa Şêxmeqsûd
Ji aliyê leşkerî ve, Şêxmeqsûd di nav herêmên di destê HSDê de yek ji xalên herî xurt ên parastinê bû. Ew li ser girên bilind e û li piraniya bajêr dinêre. Her wiha ji ber demografiya wê ku gelek koçberên Efrînê tê de bûn xwedî hawirdoreke piştgir a herêmî bû. Lêbelê, ew di heman demê de pir lawaz bû: Enklaveyek (herêmeke dorpêçkirî) ku bi temamî bi axa hikûmeta Sûriyeyê hatibû dorpêçkirin û li gorî agahiyan tenê ji hêla çend sed şervanên Asayîşê ve dihat parastin. Hêzên bi piştgiriya HSDê tunelên berfireh kolabûn, ku ev nîşana amadekariyên parastinê yên cidî bû; her wiha hatibû ragihandin ku bi kêmî ve tunelek heta dervayî bajêr diçû da ku çek û pêdiviyan veguhêzin.
Serkeftineke taktîkî ya Şamê
Tiştê ku ev bûyer kir serkeftineke taktîkî bo Şamê, ne tenê encam bû, lê bilezbûna wê bû. Parastina herêmê zû herifî, ku ev bû sedema bilindbûna moralê li aliyê Şamê. Ev yekem car bû ku piştî hilweşîna rejîma Esad di Kanûna 2024an de, ew rasterast rûbirûyî hêzên HSDê dibûn. Ji ber îzolebûna vê herêmê û statuya wê ya taybet, tê fêmkirin ku HSD nexwest şerekî giştî bike. Lê pirsgirêk ew e ku ev hilbijartin di pratîkê de çawa xuya kir. Wisa xuya bû ku HSD nikare biryarê bide: Gelo şer bike, ji ser xaleke xurt muzakereyan bike, an jî bi rengekî kontrolkirî vekişe? Di navendeke bajêr a wekî kelehê de, ne hewce bû ku heta hetayê li ber xwe bide, lê pêwîst bû ku bi kêmî ve ew qas li ber xwe bide ku aliyekî neçarî peymanê bike, an jî bi rengekî vekişe ku wekî bi zorê derxistin neyê dîtin.
Bandora siyasî û civakî
Wêneyê vê vekişînê lêçûnên siyasî bi xwe re anîn. Vekişîna bêserûber di nav gelek kurdên Heleb û Efrînê de hestek xiyanetê çêkir, nexasim ji ber ku beşek zêde ya şêniyên taxê berê di sala 2018an de ji Efrînê koçber bibûn. Bo wan, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê herêmek dûr bû, lê penageha wan a duyemîn bû. Vê bûyerê şikestina di navbera kurdan de kûrtir kir: Yên li rojava (Heleb-Efrîn) ku hîs dikin hatine qurbanîkirin, û yên li rojhilat (Cizîr-Firat) ku behsa xurtkirina "rojhilatê Firatê" dikin, mîna ku Heleb û Efrîn herêmên çidandî bin. Her çend ev nêzîkatî ji aliyê stratejîk ve maqûl xuya bike jî, ji aliyê siyasî ve zirarê dide û bingeha civakî ya HSDê di demekê de ku herî zêde hewceyî yekîtiyê ye, lawaz dike.
Pirsa Parastinê: Ji Helebê ber bi Dêr Hafirê
Bûyera Helebê wê gumana "mirov dikare herêmê biparêze" jî têk bir. Belê, tax hatibû dorpêçkirin, lê xwedî eraziyekî guncan û gelêrî bû. Ger cihekî wisa zû bikeve, ev pirsên nerehet li ser amadekarî, biryarên fermandariyê û hêza rêgirtinê çêdike. Ev pirs li herêmên erebnişîn ên mîna Dêra Zorê û Reqqayê hîn girantir dibin, ku li wan deran piştgiriya herêmî carna bi şert û merc e û zexta leşkerî dikare bibe sedema hilweşîna siyasî.
Ji ber vê yekê, qonaxa bê ya ku li ser Dêrhofira li rojhilatê parêzgeha Helebê disekine, dê ji Helebê bixwe giringtir be. Dêrhofir ne herêmeke girtî û dorpêçkirî ye; ew eniyeke fermî ye ku HSDê gotiye dê bi hemû hêza xwe biparêze. Heke nepêreze, Şam dê vê wekî lawaziyê bibîne û ji bo bidestxistina axên zêdetir zextê bike. Heke HSD bi hemû hêza xwe şer bike û dîsa jî winda bike, encam dê hîn girantir bin. Têkçûnek li wir dê nîşan bide ku heta parastineke giştî jî nikare pêşî li Şamê bigire; ev yek jî dibe sedema hilweşîna li seranserê kembera erebnişîn û neçarkirina HSDê ku vekişe nav herêmeke teng a kurdnişîn.
Rola Tirkiyeyê û Paşeroja HSDê
Hevsengiya derveyî metirsiyê zêdetir dike. Tirkiye piştî navbereke dirêj dîsa dest bi çalakiyên drona kiriye û amadekariyên leşkerî nîşan dide. Ev yek şiyana Şamê ya ji bo berdewamkirina zextê zêde dike. Hinek dibêjin rageşî dê tenê li rojavayê Firatê bimîne, lê ti nîşanek tune ku ev yek rast be. Tirkiye jixwe li rojhilatê çem, li dora korîdora Girê Spî, herêmek nêzî 4,000 kîlometre çarçik kontrol dike.
Di dawiyê de, dosyaya HSDê dê bi rêya muzakereyan were çareserkirin. Pirs ew e: HSD dê bi çi şêweyî bigihîje ser maseyê û kî dê di destê xwe de xalên xurt bigire? Heke HSD bikaribe têra xwe li ber xwe bide û nehêle Şam serkeftineke hêsan bi dest bixe, ew ê baweriya xwe vegerîne, civakên ku di bin tirs û zextê de ne aram bike û destê xwe di danûstandinan de xurt bike da ku li şûna daxwazkirina garantiyan, mercên xwe ferz bike. Heke nikaribe, ew ê bi pozîsyoneke pir lawaz vegere ser maseyê û dibe ku neçar bimîne di mijarên xweserî, pergalên ewlehiyê û rêveberiyê de tawîzên mezin bide.