Tirkiye ji Trump bi hêvî ye: Ji bo Rojavayê Kurdistanê bilez kete tevgerê!

Tirkiye ji Trump bi hêvî ye: Ji bo Rojavayê Kurdistanê bilez kete tevgerê!

PeyamaKurd - Tirkiye beriya Trump dest bi kar bike, ji bo Sûriye û bi taybet jî Rojavayê Kurdistanê bi fermî kete tevgerê. Hate ragihandin ku Artêşa Tirkiyê pêşniyar li Amerîkayê kiriye dosyeya şerê li dijî DAIŞê yê li Sûriyê bide destê wan û pêwendiyên xwe yên bi HSDê re jî qut bike. Tirkiye di sala 2014an de dema destpêka şerê DAIŞê yê li Sûriye-Iraqê, ji bo şer û têkoşîna dijî DAIŞê dudilî tevgeriyabû û Amerîkayê jî wek hevpeymanên nû û serkeftiyên şerê terora DAIŞê biryar dabû bi hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê re kar bike.

Dudilîya Tirkiyê ya li hember DAIŞê HSD kir hevpeymana herî girîng

Bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, HSDê 17ê Adara 2019an li Baxozê erda dawî jî ji destê DAIŞê rizgar kiribû û dawî li hebûna wê ya deshilatîya axê anîbû. Ji sala 2014an heta niha bi alîkarîyên leşkerî re hêzeke xurt hatiye damezrandin ku HSD niha li herêmê bûye hevpeymana herî girîn ji bo Amerîkayê.

Hevkarî û hevpeymanîbûna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSSD) re hîn jî dewam dike. Lê ji nû hilbijartina Donald Trump wek serokê Amerîkayê hiştiye ku nediyariyek çêbibe di mayîn an jî vekişîna hêzên Amerîkî de.

Trump sala 2019an fermana vekişînê dabû

Wekî tê tê zanîn Trump sala 2019an di serdema xwe ya yekem de, fermana vekişîna hêzên amerîkî ji Sûriye û Iraqê dabû û heta hejmarek ji wan hêzan jî wê demê hatibûn vekişandin.

Tirkiyê jî pêşwazî li wê biryarê kiribû, lê belê piştî destpêkirina heyama Joe Biden Amerîkayê hêz û piştgiriya xwe ya bo hêzên Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dîsa zêde kiribû.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gelek caran gefa operasyonan li Rojavayê Kurdistanê dixwe û artêşa Tirkiyê jî heta lêdana binesaziya herêmê jî di nav dem bi dem êrîşên ser herêmê bi hinceta hebûna YPG/PKK berdewam dike.

Erdogan ji bo Rojava hêviyan ji Trump dike

Erdogan, piştî ji nû ve hilbijartinan Trump wek serokê Amerîkayê cardin daxwazên xwe yên vekişîna Amerîka ji Sûriyê û bidawîkirina hevkariya ligel hêzên Kurd anî ziman.

Serokomarê Tirkiyê çend roj berê bal kişandibû ser ‘dostaniya şexsî’ ya ligel Trump û gotibû, ew dê li ser piştgiriya hêzên Amerîkayê ya bo YPGê ango hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi Trump re biaxive.

‘Ez ê bi Trump re vekişîna ji Sûriyê binirxînim’

Herwiha Erdogan diyar kiribû: "Hêvîdar im şer û krîzên herêmî û cîhanî bi serokatiya Trump bi dawî bibin. Em dê di heyama pêş de jî hevdîtinên xwe yên bi Donald Trump re bidomînin. Wekî mînak em dê vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê binirxînin. Gelo dê çawa piştgiriya xwe ya ji bo PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê biqedînin? Ez bawer dikim ku em dê bi hevdîtin û axaftinên xwe yên bi Trump re li ser bingehekê diyar bikin.”

Herî dawî Ajansa Bloombergê jî bi raporekê eşkere kir, Artêşa Tirkiyê beriya Trump di meha Çileya 2025an de derbasî Koşka Spî bibe pêşniyar li Amerîkayê re kiriye dosyeya şerê li dijî DAIŞê yê li Sûriyê bide destê wan û herwiha pêwendiyên bi HSDê re jî qut bikin.

Washingtonê ti bersivek nedaye Tirkiyê

Li gorî Bloombergxê, Tirkiyê ji Washingtonê re pêşinyar kiriye, Artêşa Tirkiyê weke duyemîn hêza mezin a NATOyê, dixwaze berpirsyariya têkoşîna dijî DAIŞê li Sûriyê bigre ser xwe. Herwiha artêşa Tirkiyê şerê DAIŞê bike bi şertê ku Washington piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk qut bike. 

Hate diyarkirin ku Tirkiye amadekariyên xwe ji bo çavdêrîkirina girtiyên DAIŞê û malbatên wan ên di bin kontrola HSDê de dike, lê Washingtonê heta niha ti bersiv nedaye pêşniyar û daxwaziyên Enqerê’. 

Şertê sereke yê Esed vekişîna hêzên Tirk e

Hêjayî bibîrxistinê ye ve pêşniyara Tirkiyê di demeke ku hewlên asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê têne dayîn de ji Amerîkayê hatiye kirin ku hikûmeta Şamê jî berevajî hatina hêzên nû bo erda Sûriyê, vekişîna Tirkiyê wekî mercê sereke dibîne. Ango Tirkiye bi vê pêngava xwe ya nû re, dixwaze bi awayekî demdirêj li nav axa Sûriyê bimîne û ev jî wek astenga herî mezin a asayîbûnê û hevdîtina Esed û Erdogan tê nîşandan.


 

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.