Li Girê Spî perwerdeya fêrkirina tirkî dan destpêkirin

Li Girê Spî perwerdeya fêrkirina tirkî dan destpêkirin

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên 9ê Cotmeha 2019an de hatiye dagirkirin, fêrgehên zimanê tirkî bo xelkê bajêr hatin vekirin.

Tevî ku bi hejmara sed hezeran şêniyên bajarên Sêrê Kaniyê û Girê Spî ji ber êrîşan koçber bûne jî hîn gelek malbatên Kurd li cih û warên xwe mane û derneketine.

Hat zanîn ku planeke nû ji aliyê Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye amadekirin ku zimanê tirkî fêrî xelkê mayî bikin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê doh 1ê Adarê li Girê Spî bi armanca belavkirina zimanê tirkî dewreyên fêrkirina zimanê tirkî hatin vekirin û ji xelkê hatiye xwestin, navên xwe ji bo fêrbûna zimanê tirkî tomar bikin.

Beriya mehekê jî Tirkiyê heman dewre li Efrînê jî vekiribûn û 30 ciwan bi darê zorê tevlî perwerdeya tirkî kiribûn.

Herwiha piştî ku bajar ketibû destê Tirkiye û komên çekdar, navên kurdî jî ji ser gelek deverên Girê Spî hatibûn rakirin û li şûna navên kurdî yên saziyan tirkî û erebî hatibûn nivîsandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin