PeyamaKurd – Li ser bicihanîna peymana asayîbûna têkiliyên bi Qeterê re ku li bajarê Ula yê Erebistana Siûdî di navbera Îmarat, Behreyn, Misir û Erebistana Siûdî de ku du roj berê hatibû îmzekirin, Îmaratê daxuyanî da.
Li gorî ragihandina fermî ya Îmaratê, di nav hefteyekê de wê bazirganî û geştên asmanî di navbera herdu welatan de dest pê bikin û peymana asayîbûna têkiliyan were bicihanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2017an ve her çar welatên erebî bi hinceta sponsoriya terorê dike û pêwendiyên ligel Îranê berdewam dike, ambargo danîbûn ser Qeterê û hemû rêyên asmanî û bejahî li ser girtibûn.
Di çarçoveya peymana navborî de; pêwîste Qeter 13 xalên bûne sedema ambargoya welatên erebî bicih werîne ku valakirina baregên leşkerî yên Tirkiyê jî di nav de cî digire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin