Çanda li Lalesê piralî û bi zanîne

Çanda li Lalesê piralî û bi zanîne

PeyamaKurd- Di çanda misilmanan de çawa minare bû remza bangê û mizgeftê, di ol û çanda Êzîdiyan de ew abîdeya ku bilind dibe, bi awayeka zanistî, di nava dîrokê de bûye remza Ezdayetiyê. Heya niha kes behs nake bê ev remz ji ku hatiye û bo zanistê çi îfade dike.

Dema em li abîdeya Ezîdiya dinêrin, em dibînin ku binkeya wê li ser platformeka 4 goşe ye. Ew çar goşe demsalan îfade dike: Bahar, havîn, payîz û zivistan.

Li ser wê çargoşeyiyê daîma felek heye. Felek daîra 360 derece ye. Ew çerxa felekê îfade dike. Seyda Tîrêj gotiye: Çerxa felekê her dem bi fitl û ger û dewre..

Li ser wê beşa herî bilind heye ku weka parsûyan dixuye. Di gelek ji wan de 12 parsû hene ku temsîla 12 mehên salê dikin.

Eger we di nava paltformê de binkeyeka 7 goşe dît, bizanibin ku ew jimare ya heft rojên ku dinya tê de ava bûye an 7 melaîketên ku di nava melaîketan de mezinin, îfade dike.

Eger li hinek perestgehên Êzîdiyan ew 24 be, temsîla 24 sietên di yek rojekê de hene îfade dike.

Berya mirov êrîşê perestgeh û baweriyên hinek civatan bike, divê mirov di derbarê wê civakê de baş lêkolînan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin