Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî di qezayê de can da

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî di qezayê de can da

PeyamaKurd - Hat ragihandin, derhênerê navdar ê Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Rehîm Zebîhî, roja Înê di rûdaneke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Rehîm Zebîhî derbarê qezayê de ragihand ku bûyer doh 7ê Kanûnê li ser rêya Nêzero-Bane qewimî ye û otomobîla ku Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî tê de bûn wergeriya û agir bi otomobîlê ketiye ku herduyan jî jiyana xwe ji dest dane. 

Rehîm Zebîhiyê di sala 1971ê de ji dayik bûye, derhênerekî bi nav û deng ê Rojhilatê Kurdistanê ye û di çend kurtefîlman de, bi dehan xelatên navxweyî û cîhanî wergirtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin