Di çanda Kurdan de av aferînere

Di çanda Kurdan de av aferînere

PeyamaKurd- Belkî fikreka balkêşe lê dema mirov li gotinê dinêre, mirov dikare bifikire bê av çawa aferînere. Başe ciyê ku av lê nebe jiyan dibe an na! Lewraye av aferînere ku yek ji berhemên avê bi xwe bajarê Miksêye ku yek ji serê ava Dîcleyê jê dize.

Li gor hinek fikran ava bajarê Miksê ew ave ku helbestvanê Kurd Feqiyê Teyra xîtabê wê avê kiriye ku di helbesta xwe de dibêje “ey av û av”. Hinek şirovekar dibêjin ew ava ku Feqî pê re axifiye ava Dîcleyê ye lê ya Cizîra Bota ye. Av nebe jiyan nabe. Lê av bi xwe re hem jiyanê afirandiye hem çandê afirandiye. Bûye sedem ku li serê helbest, mîtolojî, bûyer û gelek tiştên çandî hatine avakirin.

Ava Miksê bajarê Miksê dike du cî. Li aliyê rast û çepê, xelkê ji xwe re xanî avakirine û 24 siet li dengê avê guhdarî dikin. Niha li ser wê avê çanda raftîngê tê afirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin