Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi fîlmekî Kurdên Êzidî destpê kir

Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê bi fîlmekî Kurdên Êzidî destpê kir

PeyamaKurd Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, bi fîlmekî Kurdên Êzidî destpê kir û wê di festîvalê de 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm bên nîşandan.

Li gor zanyariyan, di festîvalê de 28 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm ku behsa çand, dîrok û serpêhatiyên Kurdan dike cih digirin. Hejmareke zêde sînemakar, derhêner ên ji çar perçeyên Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn bal kişandin ser girîngiya sînemayê bo çand û zimanê Kurdî.

Herwiha amadekar û gelek beşdarên festîvalê ji ber ku dema ahenga Newrozê li Diyarbekirê lixwekirina cilên Kurdî ji hêla polîsên Tirkiyê ve hatibû qedexekirin, di merasîma festîvalê de bi lixwekirina cil û bergên Kurdî berteka xwe nîşanî wê qedexeyê dan.

Di yekem roja festîvalê de fîlmê “Kurdên Êzidî” ku li gundekî Kurdan a li Ermenîstanê hatiye kişandin û behsa dijayetiya şêx û axayan li ser perwerdehî, qala jiyana bi zehmet a jinan û girîngiya xwendinê dike hat nîşandan.

Di 2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê de, ji Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek sînemakar, derhêner û lîstîkvan tevlî festîvalê bûn.

Festîvala ji aliyê Kolektîfa Sînemayê ya Navenda Çand a Mezopotamyayê ve tê lidarxistin û heta 29ê Adarê berdewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin